Makale

Di Dîroka Felsefeyê de Pirsgırêka Xirabiyê

Ali Gurdilî 1,124 Okunma

Di Dîroka Felsefeyê de Pirsgırêka Xirabiyê
Di Dîroka Felsefeyê de Pirsgırêka Xirabiyê
  Meseleya pirsgirêka xirabiyê, meseleyeke kevnare ye û ji Serdema Antîk ve gelek ramangir, teolog û feylesofan hewl dane ku vê meseleyê fam bikin û xwestine ku ev mesele çareser bibe. Heke em bextewariyê wekî sebebê hebûna mirovî binirxînin û jê dest pê bikin, wê demê em bi hêsanî dikarin bibêjin ku bextewarî herdem bi dest nakeve û ne pêkan e. Sebebê vê yekê jî hebûna kul û derdên mirovî (êş, jan, ezyet, nexweşî, xem) û ji ber kul û derdên mirovî, hebûna xirabiyê (neçêyî) ye. Di hemû dem û dewranan de jî, wekî pirsgirêkeke sereke vê meseleyê xwe daye der. Ji ber ku bi awayekî giştî û bi awireke dînî li meseleyê mêze kirine, sebebê hebûna xirabiyê jî di çavkaniyên dînî (olî) de hatiye gerîn. Di cîhana ramanî ya Rojavayê de danezanîna filehtiyê û yekemîn dogmeya wê ya gunehiyê, di têgihiştina vê pirsgirêkê de bi sedê salan wekî tekane çavkanî hatiye dîtin. Piştre di sedsala 18an de bi nêzarîbûn û êrîşên ramangirên dewra Ronîbûnê yên wekî Denis Diderot û Paul Henri Thiry d'Holbach û bi taybetî jî li hemberî gumanberiya Voltaire û David Hume’yî, baweriya filehtiyê derbek mezin xwariye û hejiyaye. Ligel vê yekê jî, bi awayekî eşkere û zelal; hebûn, sebeb û çavkaniya xirabiyê, heta a niha jî nehatiye şirovekirin. Mexseda min ya sereke ew e ku bi rêya vê nivîsê ez dixwazim raboriya vê meseleyê û nêrînên feylesofên ku li ser vê mijarê sekinîne şirove bikim û bikaribim bi awireke rexneyî li ser vê meseleyê hûr bibim.  
 
Ê baş e, gelo mirov bi çi şeklî bawer dikin ku tiştek xirab e yan jî, tiştekê ku heye wekî xirab’ dinirxînin? Mirov, bi hebûna xirabiyê çawa kane dibin? Wate, tiştek çawa dibe xirab? Bêguman ji bo dîtina bersiva pirsên li jor, divê em berê xwe bidin armanca hebûna mirovan û li ser wê armancê rawestin. 
 
Di destpêkê de dikarim bibêjim ku li ser vê meseleyê, gelek raman/nêrîn hatine raberkirin. Yek ji wan nêrînan jî, nêrîna bextewarîparêz e. Wate, ev nêrîn dibêje ku armanca hemû tevgerên mirovan bextewarî (kamranî, şadî, dilşadî, şadîmanî, şadanî, bextiyarî) ye. Li gor vê ferasetê di hemû tevger û kirinên nîjada mirovî de, armanca gihêjtina bextewariyê a veşartî, bi awayekî xwe eşkere dike. Ji bo gihêjtina armanca mirovî ya bextewariyê jî, pêwîst e alav û îmkanên ku hene bi rê û rêbazên baş werin bikaranîn û divê armanca mirovan a sereke jî, ev yek be. Heke di nêrîn û watedayînên me yên li ser jiyanê de jî pirsgirêkek hebe, bêguman girîngiya vê erkê (wezîfe) zêdetir dibe. Lewre heke meriv hemû perçe û aliyên jiyanê watedar nebîne û bi awireke pûç û vala li wan mêze bike, wê demê dibe ku ji tiştên çê yên hene jî bêpar bimîne yan jî ji hebûna wan bextewar nebe.
 
Di rewşeke wiha de ji bo ku em bikaribin li hemberî jiyanê (dinyayê) helwestinên rast û durist nîşan bidin, desta ewil divê em derfetên xwe baş dahûrînin û ji wan sûd werbigirin. Di vê rewşê de jî, ramana ku hemû dinyayê xirab û beradayî dibîne, wekî dijberê armanca hebûna mirovî ya sereke xwiya dike. Dema ku bextewarî wekî armanca resen ya mirovî xwiya bike, wê demê xirabî jî wekî astengekî ku dixwaze herdem rê li ber bextewariya mirovî bigre xwiya dike û wekî pirsgirêkekî dertê pêşiya me. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim ku bikaribim xala (çavkaniya) destpêka pirsgirêka xirabiyê, ku rê li ber armanca me ya bextewariyê digre destnîşan bikim û berfirehbûna wê ya dîrokî û tesewura wê ya di dînên cîhanî û wateya wê ya di ramanên feylesofan de, raberî we bikim. Dema ku em di zimanên Rojavayî de li pênaseya têgeha xirab û xirabiyê mêze dikin, em dikarin bibêjin ku di zimanê ingilizî de têgehên mîna (1) bad condition (2) malicious or evil action, wrong, harm (3) badness, wickedness têne bikaranîn. Lêbelê di wateya xwe ya ku meseleya me ye û wateya xirabiya ehlaqî û metafizîkî dide, têgeha evil yan jî evil action tê bikaranîn. Di zimanê almanî de jî ji bo têgeha xirabiyê têgehên bösheit, schlechtheit, schlechtigkeit, das böse, häßlichkeit, laster, niederträchtigkeit, tücke û übel, têne bikaranîn. Lêbelê têgeha ku herî zêde me eleqeder dike û xwediyê wateyeke ehlaqî û metafizîkî ye, têgeha bösheit e. 
 
Di zimanê erebî de jî ji bo têgeha xirabiyê, têgeha sû’ û şerr têne bikaranîn. Ji hêla etîmolojiyê ve peyva şerr, ku jêdera wê peyva şerare ye, ji bo mijara me guncantir e. Bi kurtasî meriv dikare bibêje têgeha şerr, di wateya xirabî û mirovên xirab de tê bikaranîn. Bi vê wateya xwe şerr, dijberê başiyê (hayr) ye. Dema em li wateya têgeha xirab ya Zimanê Tirkî jî mêze dikin, em dibînin ku di wateya (1) a ku ji bo armancê ne guncan e, kêm û ne bes e, çavkaniya tirs û şayişê ye, zerer, ziyan û êşê dide û xwediyê bandûreke zeredar e (2), ji hêla ehlaqî ve li dijî başiyê ye û nayê pejirandin (3), rewşa ku rê li ber gihêjtina bextewariyê digre û nahêle ku em xwe bigihînin armancê, de tê bikaranîn.
 
Di Zimanê Kurdî de jî ji bo tevger, rewş û rûdanên ku zerer û ziyanê dide mirovan û civakê û ji hêla ehlaqî ve jî nayê xwestin de tê bikaranîn. Gelek caran em dibînin ku di dewsa têgeha xirab de, têgehên mîna bed, nebaş, neçê, neçak, nerind, neqenc û nepak jî têne bikaranîn. Xwiya ye ku têgeha xirab, ji bo dijberiya rewşa baş, çê, qenc û rind, tê bikaranîn. Têgeha ‘xirabî’yê jî ji bo rewşa ku çavkaniya wê xweza ye, yan jî encameke tevgerên mirovan yên hişmend e û li dinyayê zererekî mezin dide hebûna mirovan, de tê bikaranîn. Bêguman di çerçoveya têgeha xirab û xirabiyê de, meriv dikare behsa sê xirabiyên cuda bike, ku ew jî xirabiyên metafizîkî, ehlaqî û fizikî ne. Wateya xirabiya metafizikî, kêmasiya forma tiştekê nîşan dide. Wate, kêmasî yan jî netemambûna tiştekê ye, ku ew tişt jî ne gihiştî ye û ne kamil e. Ev cure xirabî, di temelê xirabiya ehlaqî û fizikî de, hatiye bicihkirin. 
 
Li gor bîr û baweriya Leibnizî, (Gottfried Wilhelm von Leibniz 1646-1716) kokê xirabiya ehlaqî û fizikî, xirabiya metafizikî ye. Bi gotineke din, Leinnizî dibêje ku xirabiyên fizikî û ehlaqî, encama kêmasiyên metafizikî ne. Xirabiyên metafizikî jî ew xirabî ne ku di encama nexweşiyên têger (şewbî), zelzele, bahoz, bager, ziwayî (hişkayî) û hwd. de dertên holê, ku ji tevgerên mirovan aza ne û ne girêdayî îradeya mirovan in. Ev cure xirabî di heman demê de bela û kerasetên xwezayî, rûdanên xwezayî ku dibine sebebê kul û kederan, nexweşiyên bê derman, çolên berfireh û heywanên goştxwer jî digre nava xwe. Ev cure xirabî wekî kiryarên Xwedê, ku dixwaze ebdên xwe bi vê rêyê ceza bike yan jî wekî encamên bûyerên xwezayî ku zererê nadin ahenga kozmîk ya gerdûnî têne nirxandin û dîtin.
 
Mesela sermetranê (başpîskopos) Dublînê William King di nivîseke xwe de wiha gotiye: Xwedê, carinan dixwaze ku ebdên xwe ceza bike û lewma jî destûra zelzele, ba û bahoz, lehî û tûfanan dide. Lêbelê ev rûdanên îlahî, zererekê mezin nadin ahenga tevahî. Rûdan û pevçûna van nûveyan (ûnsuran) helbet zererdar e, lêbelê heke ew dernekevine holê, dê zerer û tûfanên mestir rû bidin. Nexwe divabû dinya tu carî nehatiba afirandin, yan jî divabû destûra van kerasetan nehatiba dayîn.’ Lêbelê Voltaire ramanên Kingî qebûl nekiriye û gotiye ku zelzeleya Lisbonê ya mezin (1755 Lisbon earthquake), trajediyeke mezin e û nabe ku em wê bi teqdîra îlahî şirove bikin. Li milê din xirabiyên wekî jenosîd, îşkence, kûştin û hwd. ku wekî xirabiyên ehlaqî têne dîtin jî, wekî xirabiyên duyemînî têne dîtin û nirxandin.
 
Li Cem Feylesofan Pirsgirêka Xirabiyê
Pirsgirêka xirabiyê, mijareke felsefeya dîn (ol) e û li rê û rêbazên lihevanîna xirabî û başiya mutleq, başiya teqez (Xwedê) digere. Ev pirsgirêk cara yekem ji aliyê Epikuros (Epikur, Epicurus) ve hatiye gotin û ji wê rojê ve jî, ji aliyê gelek ramangir û feylesofan ve hatiye nirxandin û wekî pirsgirêkekî xwe gihandiye roja me. P.Z. di sedsala 2. de Lactantius (P.Z.340), ramanên Epikurosî wekî paradoks, nakokî û dîlemayeke (ikilem), wiha veguhastiye: Heke Xwedê bixwaze xirabiyan ji holê rake û nikaribe rake, yan jî dikare rake û naxwaze ku rake, yan jî ne dixwaze ku rake ne jî radike, yan jî hem dixwaze ku rake û dikare rake. Heke Xwedê dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û hêza wî têra rakirina xirabiyê neke, bêhêz e û ew rewş, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye. Na heke dikare xirabiyê ji holê rake; lêbelê naxwaze, nexwe ew hesûd e û ew rewş jî, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye. Heke ew, ne dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û ne jî ji holê radike, nexwe ew hem hesûd e û hem jî bêhêz e. Ev rewş jî, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye û di vê rewşê de jî, ew ne Xweda ye.  Na, heke Xwedê dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û radike, ku bi tenê ev rewş li Xwedê tê; nexwe jêderka xirabiyan çi ye? Yan jî, çima Xwedê naxwaze xirabiyan ji holê rake?
 
Heman pirsgirêk piştî sedê salan, dîsa ji aliyê David Hume’yî (1711-1776) ve jî bi şêweyekê din hatiye raberkirin. David Hume di berhema xwe ya bi navê Guftegoyên Li Ser Dîn de, ji devê Philo wiha gotiye: Ma Xwedê dixwaze ku rê li ber xirabiyan bigre û hêza wî têrê nake? Nexwe, hêza wî tune. Yan jî hêza wî heye, lêbelê naxwaze ku xirabiyan asteng bike? Nexwe, ew ne dilsaf (dilpak) e. Heke ew hem hêzdar û hem jî qenc be, nexwe xirabî çawa peyda bûne?
Şiroveyeke din a balkêş jî, şiroveya John Leslie Mackie (1917-1981) ê feylesofê hemdem e, ku wiha gotiye:
Xwedê heye. (I)
Xwedê başiya mitleq e. (II)
Hêza Xwedê, têra her tiştan dike. (III)                                 
Xirabî heye. (IV)
Şiroveya L. Mackie, bi vî şeklî ye: Kesekê ku her sê madeyên ewilî bipejirîne, divê ew xala çaremîn red bike. Yanî heke Xwedê hebe, (xala yekem) û dixwaze ku başiya mitleq pêk bîne (xala duyem) û ji bo pêkanîna hemû tiştî hêza wî hebe (xala sêyem), divê xirabî tunebe. Na heke Xwedê hebe (xala yekem) û başiyê dixwaze (xala duyem), lêbelê li dinyayê xirabî hebe (xala çarem), nexwe Xwedê nikare bi a xwe bike. Nexwe, Xwedê ne desthilatdarê her tiştî ye. Heke Xwedê hebe (xala yekem) û qadirê (serwerê) her tiştî be (xala sêyem) û xirabî jî hebe (xala çarem), nexwe Xwedê xirabiyê afirandiye û ne başiya mitleq e. Heke Xwedê başiya mitleq be (xala duyem) û qadîrê her tiştî be (xala sêyem) û ligel vê yekê jî xirabi her berdewam be, (xala çarem), nexwe Xwedayekî wiha tune.
  
Di felsefeya ol (dîn) de, navê vê lêgerîne danîne theodîse (ing: theodicy / fr: théodicée) û bi vî hawî xwestine ku xwe bigihînin bersivan. Pirsgirêka xirabiyê,  d

Yorum