Makale

Başî yan Xirabî?

Ali Gurdilî 983 Okunma

Başî yan Xirabî?

Başî yan Xirabî? Mirov herdem meyla başiyê dikin, yan xirabiyê?

Gelek caran wiha difikirim ku meyla mirovan herdem li ser başiyê ye, herdem dixwazin ku baş tevbigerin û xirabiyê nekin. Kesên ku xirabiyê dikin jî, ji nezaniya xwe wiha dikin û cewhera başiyê a dilînî, di dilê me teva de heye. Lêbelê dema ez çav bi hinek kirin û pêhatiyên xirab dikevim, mehdê min diçe û ew baweriya min a qencîxwaziya mirovan, ji holê radibe. Beriya demekê ez li çend gotinên Thomas Hobbesî rast hatim, ku têkiliya wan bi vê mijara me re heye û loma jî, min wan wergerande kurmancî. Di vê xalê de, ne bi dilê min be jî, ez heq didime Hobbes û dibêjim xwezî, ne wuha bûya. Lêbelê bi xweziyan jî, doz naçe serî. Ji kerema xwe re, ka bixwînin bê çi gotiye Hobbes? 1- ‘Mirov, gurên hev in / homo homini lupus’: Mirov di destpêkê de bi awayekî xwezayî û di pergaleke anarşîk (hoveber) de dijîyan. Xwediyê azadiyeke bêpayan bûn, li pey keysa xwe digeriyan û lewma jî, dema keysa xwe xweş dikirin, mîna guran erîşî hev dikirin. 2- Bellum omnium contra omnes / ‘herkes meyla şerê hev dike’, yan jî ‘li hemberî hev şerê mirovan’

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

19.04.2018

Yorum