Gotar

Têgeha 'Baş' di ramanên Platon ‘B.Z.427-347’ de

Ali Gurdilî 949 Xwendin

Têgeha 'Baş' di ramanên Platon ‘B.Z.427-347’ de
Têgeha 'Baş' di ramanên Platon ‘B.Z.427-347’ de
Platon, ji wan lêkolînên Sokratesî yên li ser babeta erdemê bûn, dest bi xebata xwe kiriye. Ji bo xebatên Platon jî, mirov dikare bibêje ku etîka Platon jî bextewarîparêz e. Lewra li gorî Platon jî, başiya herî bilind bextewarî ye. Platon, li wê bextewariyê digere, ku ev yek armanceka mirov a xwezayî ye û dixwaze ku fêhm bike, ka ew çi ye gelo? Platon, di diyaloxên xwe de herdem li ser erdem û bextewariyê rawestiya ye, wan daye nasandin û hewl daye, da ku rêbazên bextewariyê fêrî mirovan bike. Li gor felsefeya Platon: Bextewarî (dilşadî, bextiyarî), xwedîtiya başiyê ye. Baş, ew tişt e ku hemû kes wê/wî dixwazin. Platon dema ku li ser pirsgirêkê hûr dibe, ne şexsan, lê civakê dide ber çavê xwe. Ji zêdetirê mengiya şexsî, ew berê xwe dide mengiya civakî. Platon, ne behsa miroveke gihaştî (kamil, tekûz), lê behsa civateka gihaştî dike. Li gor nêrîna wî: Baş a herî bilind, ji yekîtî/tevlîhevbûna zanayî û kêfê pêk tê ku yekîtî/tevlîhevî jî, li gorî pîvana a spehî û rastiyê çêdibe. Erdem; aheng, rastî û rêkûpêkiya rih/giyan e. Xirabî jî, xirabûna vê rêkûpêkî û ahengê ye. Mirov çuqasî xwedîerdem be, hewqasî jî azad e. Lewra rihê mirovekê wiha, ji aliyê aqlê wî ve tê kargerandin. Jiber ku aqlê wî serwer e, ew mirovekê xwedîerdem e, bextewar e, xwedîpîvan û aram e. Ew mirovê ku êsîrê bengîniya xwe ye jî, ew bedbext, serberdayî û ne aram e. Platon, dema ku di felsefeya xwe ya gelemper de behsa têgeha 'Baş' dike, mirov dikare bibêje ku ji dazanîna Sokrates behrirehtir li mijarê hûr dibe. Dilêrîna Sokrates ya têgeha baş, di esasê de mirov dikare bibêje ku li hemberî dilêrîna Sofîstan serhildanek e. Felsefe û dinyabiniya Sofîstan, seranser li ser hîmên berjewendî û li xweşê hatinê hatibû damezrandin. 

Mesela Protagoras wiha digot: ‘Ez Sofîst im û mirovan perwerde dikim. Ev çend sal in ku ez di nava vê hunerê de me. Xorto! Ger tu li cem min bimînî, dê tu ê ji roja ewilî ve bigoherî û dê tu ê baştir bibî. Her roj, wê tu ê baştir bi pêşve biçî. Tiştên ku wê ez ê fêrî we bikim, ev in: Di karên malbatî û dewletê de têgihiştina hêza kargerandinê û di siyasetê de pêdiviyên bihêzbûnê. Ez ji bona yek tiştekî sozê didim ku wê ez ê, wan mirovên azad bikim mirovên şehraza.’ Wekî ku xwiya dike; mirovî dibîne ku Protagoras têgeha BAŞ, hima hima bi berjewendiyê re wekehev dibîne û vê têgehê, di pratîkê de dike tiştekî kêrhatî. ‘Pîvana hemû tiştî, mirov e. Hemû tişt, xwe ji min re çawa bidin xwiyakirin; ew wiha ne. Ji te jî çawa xwiya bikin, ew wisa ne. Ji bo yên ku diqufilîn; ba serma ye. Lê ji bo yên naqufilin jî, ba ne serma ye.’ Protagoras, bi van gotinên xwe re mirovan weke pîvana hemû tiştî dibîne û rê, li îzafiyetekê nirxî vedike. Heçî Platon e, ew di 'Zagon-Yasaya' xwe de dibêje: ‘Pîvana hemû tiştî, Xwedê ye.’ Û bi vê ramana xwe re jî dixwaze xwe bigihîne mutleqîyeteka nirxî û aheng û dengeyekê (parseng) bigîhîne jiyana mirovan. Em ramaneka bi vî rengî, li cem Demokrîtos jî dibînin ku gotibû: ‘Ji bo hemû mirovan, heman tişt baş û rast e.’ Platon ramanên Herakleîtos jî napejirîne, ku gotibû: ‘Hemû tişt, di herk û bûyînekê de ne û diguherin.’ Platon, li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dide û wiha dibêje: Zanayiya tiştekî ku herdem diguhere tune û mirov nikare jê, tu zanayiyan bidest jî bixe.’ Ji ber ku ew jî di dewreka tevlîhev de dijiya, ku di wê dewrê de jî şer û pevçûn hebûn; ew jî di nameya xwe ya VII. ê de dibêje ku: ‘Min piştî ku dît hemû tişt bêarmanc dihejin û diguherin, ez ecêbmayî mam û ez bêhêvî mam.’ Herçuqasî, ew li hemberî ramanên Herakleîtos radibe jî, lê dîsa jî mirov dibîne ku di felsefeya wî de, ramana guherinê û herkbûna hemû tiştî heye û ev yek, bûye hêza dahfdana felsefeya wî. Lewra Platon dixwaze nîşan bide ku, li pişt wan tiştên guherînek ku herdem diguherin û di herk û bûyînekê de ne; mînak yan hilikek naguher heye. Platon, navên wan mînakên ku naguher in û her dem wek xwe dimînin, datîne Îdea.  Platon, wek heyîneke li îdeayê mêze dike û li gorî wî, îdea tiştekî herî rasteqîn e. Di jiyana rojane de, hemû ew tiştên ku em wan dibînin, rastê wan tên an wan dinasin, ew qopyayên îdeayan in. Îdea, li gorî qopyayên xwe rasteqîn in. Lewra qopyayên Îdeayan, girêdayê demê ne û bi demê re jî, ji holê radibin. Lê, ew îdeayên ku em dikarin ji bo wan bibêjin ku ew rasteqîniyên resen in; ew tu caran naguhorin, heyînên bêdestpêk û bêdawî ne. Platon wiha difikire ku, em ancax dikarin di derheqê îdeayan de zanayiyan bidest bixin. Platon, di wê şibandina xwe ya şikeftê de wiha dibêje:  
Zanyarî, bi aqil ve girêdayî ye û serwerê giyan (rih) e. Mêrxasî, di demên xeternak an nexeternak û xweş an nexweş de; ew tevgerên me yên ku em wan nîşan didin, e. Pîvanîtî û rastî jî, erdemên gelemper in û ahenga yekkeriyê pêk tînin. Platon rastiyê, weke erdema herî raser dibîne ku ev erdem, hemû erdemên din li cem xwe dicivîne. Zanyarî, rastiya têgihanê ye. Mêrxasî, rastiya dil e. Xwedîolîtî jî, rastiya di navbera me û Xwedê de ye. Hasilê, exlaqa Platon berawajiya Sokrates û dibistanên Sokratesî (Sokratparêz), civakî ye. Lewra, ew ne tenê li riya berxwîdariya miroveke; lê ew li riya berxwîdariya civakê digere û çawa ku me berê vegot, gerûya (odaxa) vê exlaqê jî, îdeaya Baş e. 
 
Çavkanî
Dîroka Felsefeyê - Ali Gurdilî

Şîrove