Article

Derbarê Romana 'Navê Min Sor e' de Çend Têbinî

Ali Gurdilî 1,121 Reading

Derbarê Romana 'Navê Min Sor e' de Çend Têbinî

Derbarê Romana 'Navê Min Sor e' de Çend Têbinî

Kek Faysal Abul, bang li min kiriye ku ez jî 7 rojan 7 kitêbên kurdî bidim nasandin û pêşniyarê hevalên xwe bikim. Mala wî a ava û siheta wî xweş. Lêbelê ez ê bang li kesî nekim û di şûna wê yekê de, heft rojan behsa 7 kitêbên ku min berê wan xwendine bikim. Erê, piştî gotina mamoste Kasim Xelilî ku go 'kesên ku reklama pirtûkên nexwendine bikin, bila bibin golik ' ne hêsan e meriv behsa kitêbekê ku nexwendiye bike. :) Loma ez ê behsa 7 kitêbên ku min ji xwendina wan hez kiribû bikim. Min ji romana Orhan Pamukî a 'Benim Adım Kırmızı' hez kiribû û piştî ku wergera wê ya kurdî hate weşandin, min wergera wê ya kurdî jî kirî û xwend, ku ji aliyê kek Mustafa Aydogan ve li kurdiya kurmancî hatiye wergerandin. Min ji wergera wê, bêtir hez kir. Sebebê vê yekê, belkî hezkirina min a kurdî be, nizanim. Lêbelê, di zimanê resen ê romanê de, hewqas têgehên erebî, farisî û kurdî hatine bikaranîn ku bêhneke biyan ji romanê difire. Lêbelê di wergera wê a kurdî de, ew têgeh yan peyv, bêtir bûne malê romanê. Loma jî, min xwe bêtir di wergera wê de dî û jê hez kir. Heke bi destê we bikeve û mabe, jê nemînin.

Alî Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

05.12.2018

Comment